Tirkiye di navbera navça Rûbarok û Basûrê Kurdistanê de dîwar ava kirin

16 berfanbar 2024 23:58
Tirkiye di navbera navça Rûbarok û Basûrê Kurdistanê de dîwar ava kirin

PeyamaKurd – Parêzgerê bajarê Hekkariya Ali Çelik ragihand ku di navbera  navça Rûbarok (Derecik) û Başûrê Kurdistanê de dîwar ava kirine. Li gor ragihandina parêzgeriyê; dirêjahiya dîwar 2.150 metreye û bilindahiya dîwêr 4 metreye.

Ali Çelik ragihand ku dîwar ji bo ewlehiya navça Rûbarokê hatiye ava kirin. Li gor malpera parêzgehê; dîwar di bin çavdêriya rêvebiriya koçê û rêvebiriya taybet ya parêzgehê de hatiye avakirin.

Bi dîwar re qereqolekî cendirmeyan û barûya çavdêriyê jî ava kirine.