Goreke bikom li bakurê rojhilatê Helebê hat dîtin
PeyamaKurd – Goreke bikom li zindaneke koma çekdar a bi navê Firqeya Hemzat li bajarê El Babê yê li bakurê rojhilatê Helebê hat dîtin.
Li gor Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye Ibrahîm Şêxo, diyar kiriye, zanyarî li cem wan hene ku li nava zindana “Ewlehiya Zîraa” ya koma bi navê “Firqeya Hemzat”, li bajarê El Bab ê bakurê rojhilatê Helebê, goreke bikom hat dîtin.
Ibrahîm Şêxo destnîşan kiriye, di encama şer û pevçûnên çekdarî de, yên navbera koma bi navê Firqeya Hemzat û koma bi navê (lşcebhe Elşamiyye ku her du ser bi Tirkiyê ne, piştî xwepêşandanên li wî bajarî, yên derbarê kuştina kesê bi navê Ebû Xennûm û hevjîna wî, ji aliyê komeke ser bi Firqeya Hemzat ve ew gor hat dîtin.
Heman zanyarî eşkere dikin, di wê gora bikom de ku li nava wê zindanê hatiye dîtin, meytên wan kesan hebûn ku li jêr îşkenceyê canên xwe jidest dabûn, û çekdarê bi navê Mihemed Sewwas ê bi nasnavê El Debi naskirî ye, ligel çend çekdarên din, ew term di wê gora bikom de veşartibûn.
Herwiha Ibrahîm Şêxo destnîşan kiriye, bi dehan xelkên Efrînê ku ji aliyê çekdarên Hemzat ve hatibûne revandin, li wê zindanê bûn û rastî îşkenceyeke tund bûbûn û hinekan ji wan bi sedema îşkenceyê yan nexweşiya (êşa zirav / sil) can dabûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin