Serokê Ukraynayê: Me li Izyumê goreke bikom dît

16 îlon 2022 15:11
Serokê Ukraynayê: Me li Izyumê goreke bikom dît

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky diyar kir, piştî ku bajarê Izyumê yê li nêzîkî Xarkîvê ji destê Rûsan hat sitendin, me li wê derê goreke bikom dît.

Volodimir Zelensky eşkere kir, ew dixwaze cîhan bizane ku Rûsya çi bi ser welatê wî de aniye.

Herwiha Zelensky da zanîn: “Em ê sibe zanyariyên zêdetir derbarê gora bikom û hejmare qurbaniyan de eşkere bikin.”

Berpirsê Polîsê Izyumê Segey Botfînov jî destnîşan kir, di nava gora bikom de termên 440 kesan hene.

Botfînov eşkere kir, piraniya qurbaniyan bi guleyan hatine kuştin û beşek ji wan di encama bombebaranan de bûne qurbanî.

Zelensky diyar kir: “Rûsya ji ku derê çûbe, li pey xwe mirin hiştiye, divê cîhan vê rastiyê bizane û Rûsyayê ceza bike. Em ji bo lêpirsîna derbarê Rûsan de hemû hewldanên xwe dikin.”