6 ton zêrên wî li bankaya Swîsreyê maye lê nikare bistîne

11 nîsan 2026 20:21

Sait Ali Bayrak ê karsazê ji Elezîzê, ketiye li pey mîradê bavê xwe yê ku 6 ton zêr in li bankayeke Swîsreyê hatiye ragirtin. Lê belê astengiyên hiqûqî yên li Swîsreyê nahêle ku ew serweta mezin bigihije destê wî karsazî.

6 ton zêrên wî li bankaya Swîsreyê maye lê nikare bistîne

RûpelNews - Karsazê ji Elezîzê Sait Ali Bayrak ev 31 sal in têkoşîna xwe didomîne da ku 6 ton zêr ên mîradê bavê wî, ku li Credit Suisse ya Swîsreyê tê ragirtin, bistîne. Niha nirxê van zêran zêdetirî 2 milyar dolar e. 

Di sala 2005an de, dayika wî karsazî nexweş bû û ji kurê xwe re got: “Said kurê min sermayeyên me di bankayeke li Swîsreyê de hatine hilanîn. Li ser vê kurê wê karsaz berê xwe dide Zurichê  da ku 6 ton zêrên mîradê ji dê û bav maye bistîne. Lê tê gotin rayedarên Swîsreyê jê re gotiye: “Ji Tirkiyê derkeve were li Swîsreyê bi cîh bibe. Lê belê, Sait Alî yê karsaz diyar kir ku ew dixwaze zêr bibe Tirkiyeyê û pêşniyara Swîsreyê red kir.

Ji ber lihevnekirinê di navbera Tirkiye û Swîsreyê de krîzeke diplomatik jî rû da. Balyozê Swîsreyê çû Elezîzê û li wir bi malbata Bayrak re hevdîtin kir. Tê amajekirin mesele çûye heta ber guhên şêwirmendên Serokkomarê Tirkiyeyê jî.

Malbata Bayrak 60 parêzer girtin da ku 2 hezar kilo zêrên xwe ji Swîsreyê bînin Tirkiyeyê. Berpirsên bankayê jî bi hinceta nebûna delîlan daxwaza malbatê red kir. (Çavkanî: Rojnameya Turkiye)