Hollandayê 86 ton zêrên xwe ji Amerîkayê bir Brîtanyayê
Banka Navendî ya Hollandayê ji ber zêdebûna rîskên jeopolîtîk, nêzîkî 86 ton zêr ji Amerîkayê veguhest bo Londonê.
RûpelNews - Banka Navendî ya Hollandayê di şeş mehên borî de 86 ton ji rezervên xwe yên zêr, ku li New York û Ottawayê dihatin ragirtin, veguhast bo Londonê.
Bankê diyar kir ku ev veguhestin ji bo wê yekê hatiye kirin ku misoger bike ku rezervên wê yên zêr bi hêsanî bên kirîn û firotin û ji bo krîzên muhtemel amade be.
Di encamê de, ji sedî 27.5ê zêrê ku li Amerîkaya Bakur tê ragirtin, niha ji bo Londonê hat veguhestin.
Banka Navendî ya Hollandayê destnîşan kir ku zêrê ku li Banka Brîtanyayê tê ragirtin, di nav rezervên zêr ên herî bi hêsanî tên firotin û kirîn de li cîhanê ye û lê zêde kir ku rezervên li Londonê di rewşa krîzeke muhtemel de dikarin zûtir bên bikaranîn.
