Kurtulmuş bo yasaya pêvajoya aştî: Hindik maye ku derkeve

30 tîrmeh 2026 13:36

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, derbarê pêşnûmeqanûna bo pêvajoya aştiyê de got: "Em hema hema gihîştine qonaxa dawiyê. Ev pêşnûmeqanûn dê serdemeke nû bide destpêkirin. Ev pêşnûmeqanûn dê bi ti awayî nayê wateya efûya giştî li Tirkiyeyê."

Kurtulmuş bo yasaya pêvajoya aştî: Hindik maye ku derkeve

RûpelNews - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, li parlementoyê derbarê yasaya çarçoveyê ya ku tê payîn di rojên pêş de wekî beşek ji pêvajoya aştiyê were pesendkirin, daxuyanî da.

Kurtulmuş tekez kir ku yasaya çarçoveyê ne efûyeke giştî ye, ne jî ji bo efûyên takekesî ye û wiha got:

"Em hema hema gihîştine qonaxên dawî yên karê xwe. Ew ê bibe yasayeke demkî ku bi taybetî ji bo rêxistinê, bi taybetî jî ji bo rêxistina hatî hilweşandin, derbasdar be. Divê rêxistin bi temamî belav bibe, çekên xwe deynê û misoger bike da ku yasa bikeve meriyetê."

Kurtulmuş diyar kir serdemeke nû li Tirkiyeyê wê were destpêkirin û wiha axivî:

"Bi derbasbûna vê qanûnê re, deriyên vê serdema nû dê bi berfirehî werin vekirin. Li Tirkiyeyê serdemeke nû ya biratiyê dê dest pê bike. Bi îzna Xwedê, êdî dê dengê çekan an bombeyan li ser tu çiyayên vî welatî an jî li tu deştên wê nebe. Stranên aştî, yekîtî, hevgirtin û biratiyê dê li her quncikek vî welatî bên gotin."