Yasaya pêvajoya çareserîyê li parlamentoyê hat qebûlkirin
Pêşnûmeya "yasaya çarçove" ya ji 12 xalan pêk tê û têkildarî pêvajoya çareseriyê ye, piştî ku li Civîna Giştî ya Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) bi 468 dengan hat pejirandin, bû yasa. Di dengdanê de, 88 parlamenteran dengê xwe yê "na" dan û 6 parlamenteran jî dengê xwe nedan.
RûpelNews - Pêşnûmeya "yasaya çarçove" ya ji 12 xalan pêk tê û têkildarî pêvajoya çareseriyê ye, piştî ku li Civîna Giştî ya Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) bi 468 dengan hat pejirandin, bû yasa. Di dengdanê de, 88 parlamenteran dengê xwe yê "na" dan û 6 parlamenteran jî dengê xwe nedan.
Di dengdana Civîna Giştî de, pêşnûme bi dengên erênî yên 468 parlamenteran bû yasa. Di dema dengdanê de, 88 parlamenteran dengê "na" dan û 6 parlamenter jî bêalî man.
Berî nîqaşên li ser pêşnûmeyê, partiyên siyasî li Parlamentoyê amadekarî kirin. Serokê MHPê Devlet Bahçeli yekem serok bû ku gihîşt hola Civîna Giştî.
Partiya IYIyê, ji bo nirxandina helwesta xwe ya di dema nîqaşên li ser pêşnûmeyê de, saet di 10:00an de civîneke komê ya girtî li dar xist. Piştî civînê, parlamenter derbasî hola Civîna Giştî bûn.
Di nîqaşên Civîna Giştî de, Cîgirê Serokê Koma Partiya IYIyê Turhan Çömez yekem kes bû ku axivî. Çömez bi bîrxistina daxuyaniyên berê yên Wezîrê Karên Hundirîn ê berê Süleyman Soylu, derbarê wan hevdîtinên ku tê îdiakirin hikûmetê bi PKKê re pêk anîne de, nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Di dema nîqaşan de, rexne jî hatin anîn ku yasaya çarçove "gavên ber bi demokratîkbûnê ve dihewîne" û "xalên nezelal tê de hene".
