3 kolberên Kurd bi guleyên rasterast hatin birîndarkirin
31 adar 2024 16:30
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku 3 kolberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê li ser sînorê Newsûd a Rojhilatê Kurdistanê hatin birîndarkirin.
Çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku di nav 2 rojên borî de 3 kolberên bi navên Cemal Qadrî, Hebîb Şîrî û Burhan Weysî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê li sînorê Newsûd a ser bi parêzgeha Kirmaşanê hatine birîndarkirin.
Hate zanîn ku ew hersê kolberan ji bo çareseriya bijîşkî ji bo nexwaşxaneya Pawe hatine veguhestin.
Ji dema piştî Newrozê heta niha nêzîkî 40 kolber li sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Banê 2 kolberên Kurd bi guleyên rasterast hatin kustin
11 rbn 2024
Cîhan
3 kolberên Kurd bi guleyên rasterast hatin birîndar kirin
25 îln 2023
Kurdistan
Kanalên dijminatiya Kurdan dikin hatin qedexe kirin
28 rbn 2026
Rojhilata Navîn
Di xwepêşandanên Îranê de piranî Kurd 17 sivîl hatin kuştin
04 rbn 2026
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin