Li Elezîzê stranbêja kurd Hayriye Uyku û hevjînê wê hatin kuştin

11 îlon 2026 10:05

Piştî şewateke ku li malekê li gundê Xelan ê navçeya Dep a Elezîzê derket, termên Aga Uyku û hevjîna wî Hayriye Uyku hatin dîtin. Di dema otopsiyê de derket holê ku li ser leşên wan cihên guleyan hene. 

Li Elezîzê stranbêja kurd Hayriye Uyku û hevjînê wê hatin kuştin

RûpelNews - Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn, li malekê li gundê Xelanê şewatek derket. Piştî vemirandina şewatê, termên Aga Uyku û hevjina wî Hayriye Uyku hatin dîtin.

Cenazeyên wan ji bo otopsiyê birin enstîtuya tibba edlî. Hat ragihandin ku di dema otopsiyan de li ser cenazeyên herdu kesan jî birînên guleyan hatine tespîtkirin. Ji bo diyarkirina sedema teqez a bûyerê lêpirsînek hatiye destpêkirin.

Hayriye Uyku dengbêj bû

Di vê navberê de, derket holê ku Hayriye Uyku, ya ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest da, dengbêj bû û gelek stran gotibûn.