Ziyaretgeha Duzgun Baba xera kirin

15 gulan 2026 11:14

Nexşên kevirî yên li Çiyayê Duzgun Baba yê li Dêrsimê ku li herêmê wekî 'Şopa Pêyan' tên naskirin, hatine xerabkirin. Muxtarê gund jî tê da der barê 4 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin.

Ziyaretgeha Duzgun Baba xera kirin

RûpelNews - Li hember nîşaneyan ku li herêmê wekî "Şopên Pêyan" tên zanîn û li ziyaretgeha Duzgun Baba ne ku di mîrateya olî û çandî ya herêmê de cihekî girîng digire, wêranî û tahrîbatekê hatiye kirin.

Walitiya bajarê ragihand ku lêpirsînek li ser mijarê hatiye destpêkirin. Hat gotin ku di çarçoveya lêpirsînê de, ji 12 kesan wekî şahid îfade hatine girtin.Ligel muxtar derbarê 4 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji îfadeyên gilîker û şahidan hatiye fêmkirin ku mixtarê gund û sê kesên pê re bi hev re hilkişiyane ser û daketine Çiyayê Duzgun Baba.

Hat ragihandin ku piştî lêpirsînên îdarî, serokê gund ji kar hat dûrxistin.