Zêr erzan dibe, an giran dibe?
Li bazarên Tirkiyeyê îro nirxê zêr bi bilindbûnê dest bi rojê kir. Li gorî zanyariyên dawî, misqala zêrî bi 6 hezar 491 lîreyan tê firotin. Çarêka zêr jî bi 11 hezar û 611 lîreyan, zêrê Cumhurî jî bi 45 hezar û 820 lîreyantê firotin.
RûpelNews - Bihayê misqala zêrî duh êvarê bi 6 hezar û 382 lîreyan bû lê îro nirxê misqala zêr gihişt 6 hezar 491 lîreyan. Nirxê onsa zêr 4 hezar û551 dolar e, ku li gorî duhî ji sedî 1.7 zêde bûye.
Bilindbûna bihayan ji ber daxuyaniyên ku diyar dikirin ku alozî li Rojhilata Navîn dikarin di demek kurt de kêm bibin, kêmbûna fikarên li ser enflasyona bilind, û bazirganiya îndeksa dolarê Amerîkî li bin asta 100î bû.
Abûrînasan diyar kirin ku ew ê îro li hundir çavdêriya hejmarên bêkariyê û daneyên enflasyona kertên cûda bikin, dema ku li derve ew ê şopandina axaftina Seroka Bankeya Navendî ya Ewrûpayê Christine Lagarde, hevsengiya hesabê heyî yê Amerîka û hejmarên enflasyonê yên Brîtanyayê bikin.
