Bihayê zêr giran dibe

17 adar 2026 10:37

Li bazarên Tirkiyeyê bihayê misqalek zêr bilind dibe. Vê sibê, bihayê misqalek zêr 7 hezar 125 lîre bû, di heman demê de bihayê çarêga zêr gihişt 11 hezar 947 lîre û  zêrê Cumhurî jî bi 47 hezar û 251 lîre tê firotin.

Bihayê zêr giran dibe

RûpelNews - Piştî daketina bihayê onsê zêrê duh, bihayê misqalek zêîê li gorî rojek berê ji sedî 0.4 daket, û roj bi 7 hezar 108 lîrayan bi dawî kir. Bi destpêkirina rojeke nû bi zêdebûnê, bihayê misqalek zêrî di saet 09:45an de 7 hezar û125 lîra bû, ku ev bi qasî ji sedî 0.2 ji rojek berê bilindtir bû.

Bilindbûna nirxên petrolê bandorê li bihayê zêrî jî dike

Li bazarên cîhanî, tê bawer kirin ku aloziyên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn zexta ber bi jor ve li ser bihayên petrolê zêde dikin. Fikarên ku zêdebûna bihayên petrolê dikare zextên enflasyonî yên cîhanî xurtir bike, dibin sedem ku hêviyên derbarê polîtîkayên diravî yên bankeyên navendî ber bi helwesteke tundtir ve biçin.

Biryara siyaseta diravî ya Fedê ji nêz ve tê şopandin

Di vê navberê de, bazar bala xwe didin biryarên siyaseta diravî ya Rezerva Federal a DYAyê (FED), ku dê sibê bên ragihandin. Veberhêner ne tenê biryarê bi xwe, lê herwiha daxuyaniyên ku dê ji aliyê Serokê Fedê Jerome Powell û pêşbîniyên aborî yên bankeyê bên dayîn, ji nêz ve dişopînin.

Di nirxandina li bazarên pereyan de, her çend bi berfirehî tê payîn ku Fed roja Çarşemê rêjeya xwe ya polîtîkayê neguherî bihêle jî, hêvî zêde dibin ku yekem kêmkirina rêjeya faîzê ya salê di meha Îlonê de pêk were.

Analîst destnîşan dikin ku îro, li hundir, dê îndeksa bihayê xaniyan were şopandin, dema ku li ser asta navneteweyî, dê îndeksa hestiyariya aborî ya ZEW ji bo Almanyayê û Herêma Euroyê, ligel îndeksa pêşeng a DYA û firotinên xaniyan ên li bendê, ji nêz ve ji aliyê bazarên ve werin şopandin.