Zelensky: Tenê zimanê ku Rûsya jê fam dike çek in

17 sibat 2023 16:00
Zelensky: Tenê zimanê ku Rûsya jê fam dike çek in

PeyamaKurd – Zelensky got, ew ê di tu peymaneke muhtemel a aşitiyê ya bi Rûsyayê re, ji axa xwe tawîzê nedin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky da zanîn, qurbankirina axê dikare were wateya "vegera dubare" ya Rûsyayê û çekên rojava aştiyê nêzîktir dike.

Volodymyr Zelensky bal kişand ku êrîşa biharê ya çaverêkirî ji niha ve destpê kiriye û got, "Êrîşên Rûsyayê ji gelek aliyan ve destpê kirine."

Zelensky diyar kir, hêzên Ukrayna dikarin li hember pêşdeçûna hêzên Rûsyayê li ber xwe bidin heta ku êrîşeke dijber pêk bînin, Zelensky banga xwe ya ji bo zêdetir alîkariya leşkerî ji Rojava dubare kir.

“Bêguman çekên nûjen aştiyê lez dikin. "Tenê zimanê ku Rûsya jê fam dike çek in."

Zelensky di çarçoveya lêgerîna xwe ya ji bo piştgiriya navneteweyî de hefteya bi Serokwezîrê Brîtanya û rêberên Yekîtiya Ewropî re civiya. Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak got, dema ku rêberê Ukraynayê balafirên şer ên nûjen dixwest, gotibû “her tişt li ser masêye ye”.

Lê rêveberiya Kîevê ji leza hatina çekên rojavayî ne razî ye. Hat diyarkirin, heta hefteya borî hatina tankên ku gelek welatên rojavayî di nav de Almanya, Amerîka û Îngilîstan jî di nav de soz dabûn bişînin, dibe ku bi hefteyan bidome.