Zelensky: Rûsya amadekariya êrîseke ser rojhilatê Ukrayna dike!
PeyamaKurd – Li demeke ku danûsdandinên aştiyê di navbera şandên Rûsya û Ukraynayê de berdewam dikin de, Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensy ragihandin ku Rûsya amadekariya êrîşeke mezin bi ser rojhilatê Ukraynayê de dike.
Zelensky îro 31ê Adarê got, piştî ku artêşa Rûsyayê hêzên xwe belav kirin, hêzên Ukraynayê xwe ji bo êrîşên muhtemel ên Rûsyayê amade dikin û got: “Rûsya amadekariyan dike da ku derbeyên din li Donbassê bixe lê em ji vê yekê re amade ne.”
Şêwirmendê Zelensky jî beriya vê daxuyaniyê gotibû, hêzên Rûsyayê nîvê bajarê beravî yê stratejîk kontrol kiriye. Li aliyekî din ajansên nûçeyan ên Rûsyayê ku agahiyên xwe dispêrin Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ku ew ji ragihandina agirbestê li Mariupolê re amade ye.
Hêjayî gotinê ye, Rûsya destpêka êrîşê de diyar kiribû ku armanca wan a sereke rizgarkirina Donbassê ye ku herêmeke dikeve rojhilatê Ukrayanyê ye.
Gera dawû ya mizakereyên Ukrayna-Rûsya du rojan li Stenbolê birêve çû û hatiye ragihandin ku wê sibe jî bi awayekî onlayn berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin