Amerîka: Rûsya amadekariya êrîşa li Polonyayê dike
Amerîkayê hişyarî da Polonyayê ku Rûsya amadekariyê dike êrîş li xaka Polonyayê bike.
RûpelNews - Hat ragihandin ku Rûsya bi mebesta tehrîkkirina NATO'yê, "provokasyoneke çekdarî" li dijî Polonyayê plan dike ku ev plan ji hêla Amerîkayê ve ji rayedarên Polonyayî re hat ragihandin.
Li gorî raporeke malpera nûçeyan a Polonyayê Onet, Washington bi awayekî birêkûpêk Polonyayê derbarê senaryoyên muhtemel ên êrîşên Rûsyayê li ser baskê rojhilatê yê NATOyê di mehên pêş de agahdar dike.
Li gorî raporê, provokasyonên muhtemel êrîşên moşekî an jî yên bi firokeyên bêmirov (UAV) li ser binesaziya krîtîk pêk tên.
Li gorî nirxandinên ku di raporê de hatine destnîşankirin, armanca muhtemel a Moskowê ew e ku aloziyan zêde bike da ku zextê li ser hevalbendên NATOyê bike ku piştgiriya leşkerî û darayî ya ji bo Ukraynayê rawestînin.
