Zelensky: Rûsya derewan dike, di bombekirina nexwesxaneyê de yek jê zarok 3 kes mirin

10 adar 2022 21:08
Zelensky: Rûsya derewan dike, di bombekirina nexwesxaneyê de yek jê zarok 3 kes mirin

PeyamaKurd – Li ser redkirina aliyê Rûsyayê ya êrîşa ser nexweşxaneya zarokan a li bajarê Marîupol a Ûkraynayê, Serokomarê Ûkrayna Volodimir Zelensky daxuyanî da û got, derew e ku Rûsya dibêje di nexweşxaneyê de ti nexweş tune bûn.

Zelensky herwiha diyar kir ku yek ji wan zarok 3 kesên sivîl di bombekirina nexweşxaneya Marîupolê de mirine.

Beriya niha jî hatibû ragihandin ku şeva borî artêşa Rûsyayê nexweşxaneya zarokan a Marîupolê bombe kiriye û herî kêm 17 kes di encamê de birîndar bûne.

Rûsya îdia dike ku ew nexweşxane wekî baregeha leşkerî hatiye bikaranîn û ti nexweş tê de nebûn.

Li aliyê din şêwirmendê serokatiya Ûkraynayê Oleksiy Arestoviç, ragihandiye ku Rûsyayê ji ber nekariye bajarê Marîupol ê li Derya Reş kontrol bike û rê li ber tehliyekirina sivîlan digire û karwanên sivîlan ên dixwestin derbasî Kîevê bibin neçar mane vegerin.