Zelensky: Rûsya di ser de serkeftî be wê ji bo hemî kesên li Ewropa demên tarî werin
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bi rêya vîdyo ji Parlamentoya Luksemburgê re axivî û diyar kir, ger Rûsya di şer de serkeftî be, wê ji bo hemî kesên li Ewropa demên tarî werin.
Zelensky diyar kir: “Ger em di vî şerî de serkeftî bin, hemî Ewropî wê bikaribin bi berdewamî tama azadiya xwe derxînin.”
Herwiha Zelensky hişyarî da Ewropiyan ku encamên serkeftineke Rûsî, wê encamên neyînî bînin û got: “Ku ew teka kes (Putin) dixwaze hemî azadiyên li Ukrayna û Ewropa tune bike, hingê ji bo hemî kesên li tevahiya vê parzemînê wê rojên reş werin.”
Di berdewamiyê de eşkere kir, Rûsya niha nêzî % 20 axa Ukraynî kontrol dike ku ew jî ji axa her sê Belçîka, Hollanda û Luksemburg firehtir e û diyar kir: “Di 99 rojên pêşîn yên şer de bi deh hezaran kes hatine kuştin. Wateya wê ev e ku şerekî tund û dijwar didome.”
Herî dawî Zelenskyy destnîşan kir, ji ber rewşa dijwar a heyî, ew bang li cîhanê dikin ku piştgiriya wan bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin