Rûsya: Îhtimala hevdîtina Pûtîn û Zelensky nîne
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got ku di demeke hevdîtinên aştiyê rawestiyane de, îhtimala ku Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn bi Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy re were ba hev nîne.
Peskov got ku pozîsyona wan diyar e û ji bo amadekarina hevdîtineke wiha divê bingeha wê û amadekarî baş bêne kirin, em dizanin Ukrayna ji proseya mizakereyan derketiye, lewma jî İhtimala hevdîtineke wisa asta bilind nîne.
Peskov li ser veguhestina genim û zadê Ukrayna jî diyar kir ku divê keştiyên kargoyê werin sîgortekirin û li benderên Ewropayê jî rê ji wan re bê vekirin.
Herwiha da zanîn ku ew bi Tirkiye re ji bo derxistina zad ji benderan hevdîtinan dikin û hevdîtin bi bazirganan re jî têne kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin