Zelenskiy: ‘Em ji Amerîkayê, bi encamên bas vedigerin’
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, piştî di daxuyaniya xwe ya li Polonya de serdana xwe ya Amerîkayê nirxand û diyar kir ku ew bi encamên baş vedigerin.
Volodimir Zelenskiy, li Polonyayê bi Serokomarê Polonyayê Andrzej Duda re hevdîtin kir û di vegera yekem serdana xwe ya derve ya Amerîkayê de şerê navbera Rusya û Ukraynayê ku di 24ê Sibatê de dest pê kiribû, nirxand û bal kişand ser pêwendiyên dualî.
Zelenskiy, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di derbarê serdana xwe ya Amerîkayê de got ku
"Em ji Washingtonê, bi encamên baş vedigerin. Ev tişt dê bi rastî gelek alîkariyê bikin. Dema ku em li Ukraynayê û Amerîkayê dibêjin; 'Welatparêz’ jî ev tê vê wateyê. Divê dewlet û gel bên parastin. Ev pirsgirêk, ji bo Ukraynayê hat çareserkirin. Piştgiriya aborî jî dê hebe. Peymanên din jî hene û em ê paşê li ser wan biaxivin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin