Zelenskiy: Bi encamên bas ji Washingtonê vedigerim!

23 berfanbar 2022 01:54
Zelenskiy: Bi encamên bas ji Washingtonê vedigerim!

PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ku ji destpêka êrîşên Rûsyayê yên 24ê Sibata 2022yan ve, cara yekem derket derveyî welat û serdana Amerîkayê kir, ragihand ku ew bi encamên baş ji Washingtonê vedigere.

Zelenskiy li Washingtonê ji aliyê Serokê Amerîka Joe Biden û kongreya Amerîkayê ve bi pêşwaziyeke germ hat pêşwazîkirin û piştgiriya Amerîkayê bo Ukraynayê hate dubarekirin.

Volodimir Zelenskiy di rêya vegerê de got: "Em ji Washingtonê vedigerin, bi encamên baş vedigerin. Bi rastî jî bi tiştên ku ji me re bibin alîkar.”

Zelenskiy ji dayîna sîstemên berevaniya asmanî Patriotan diyar kir ku ev tê wateya ewlehîya dewlet û gelê Ukraynanê û destnîşan kir ku ew mijar êdî hatiye çareserkirin.

Zelenskiy got: "Ji bo Ukraynayê ew pirsgirêk hat çareserkirin. Piştgiriya madî heye. Peymanên din hene û em ê li ser wan paşê bipeyivin.”

Zelenskiy herwiha piştî serdana Amerîkayê bi hempîşeyê xwe yê Polonyayê Andrzej Duda re jî civiya û got, “Em amadekariyan dikin ku hêzên xwe yên hevpar xurt bikin.”