Encamên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê: Encamên hilbijartinan kengî û kîjan saetê dê bêne ragihandin?

04 mijdar 2024 19:02
Encamên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê: Encamên hilbijartinan kengî û kîjan saetê dê bêne ragihandin?

PeyamaKurd – Hilbijartinên 60mîn ên serokatiya Amerîkayê (DYA) sibê, (5ê mijdara 2024an) dê bên lidarxistin.

Gelê Amerîkayê dê di navbera namzedê Partiya Demokrat û berbijêrê Partiya Komarî de hilbijartina xwe bike. Dengdana giştî dê di 5ê mijdarê de dest pê bike. Heya niha, zêdetirî 75 milyon kesî li seranserê welêt dengê zû daye.

Di hilbijartinên sala 2020an de jimartina hemû dengan di 4 rojan de pêk hatibû.

Li gorî vê; tê pêşbînîkirin ku encamên hilbijartinên sala 2024ê yên Amerîkayê 3-4 roj piştî bidawîbûna dengdanê û piştî destpêkirina hejmartina dengan werin eşkerekirin.