Zêdetirî 3 hezar ton tistên ji Tirkiyê derbasî Kurdistanê dibûn hatin vegerandin

12 cotmeh 2021 18:09
Zêdetirî 3 hezar ton tistên ji Tirkiyê derbasî Kurdistanê dibûn hatin vegerandin

PeyamaKurd - Beşa pêwendî û ragehandina rêveberiya deriyê sînor ê navnetewî yê Îbrahîm Xelîl ragihand, gelek tişt û keresteyên cuda cuda li deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl rê ji wan re nehate dayîn ku bikevin nav herêma Kurdistanê û hatin vegerandin û ewên ku derbas jî kiribûn hatin jinavbirin.

Hat ragihandin ku gelek tiştên xwarin, tenduristî, kozmetîk, vexwarin, veterînerî û binesazî yên ji Tirkiyê derbasî Herêma Kurdistanê dibûn hatine vegerandin û beşek ji wan jî hatiye jinavbirin bi sedema ku ne li gorî rênimayên hikûmeta Kurdistanê bûn.

Pêwendî û ragehandina deriyê sînorê Îbrahîm Xelîl ragihandiye: “Di heyama 2 mehên borî de ji roja 01.08.2021ê heta 30.09.2021ê 3 hezar û 389 ton û 842 kîlogram tişt û keresteyên cuda cuda li ezmûngeh û lijneya pêwendîdar a ser bi rêveberiya deriyê navnetewî yê Îbrahîm Xelîl nehatin pejirandin û beşek ji wan jî hatin vegerandin û ji cihê ku hatibûn re hatin şandin. Herwiha beşek jî hatin jinavbirin, ji ber ku ew tişt li gel rênmayiyên hikûmeta herêma Kurdistanê neguncan.”