Pentagon: Tirkiyê zêdetirî 5 hezar çekdar derbasî Libyayê kirin

03 îlon 2020 20:44
Pentagon: Tirkiyê zêdetirî 5 hezar çekdar derbasî Libyayê kirin

PeyamaKurd – Di raporeke Wezareta Berevaniya Amarîkayê (Penatgon) a derbarê rewşa Libyayê de hat belgekirin ku Tirkiyê zêdetirî 5 hezar çekdar şandina Libyayê ji bo piştevaniya hikûmeta Wîfaqê ya bi seroktiya Fayiz Serac.

Hat ragihandin ku rapor li ser agahiyên Fermandariya Giştî ya Amerîka li Afrîkayê derbarê rewşa Lîbayê de hatiye amadekirin. Pentagonê daye xuyakirin ku Tirkiyê zêdetirî 5 hezar çekdar bi balafirên xwe yên leşkerî şandine Lîbyayê.

Li gorî raporê, çekdarên hatine şandin berê gelek tawan kirine û li dijî sivîlên Libyayê binpêkirin û destdirêjî kirine.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku piraniya wan ne xwedî tecrubeyên leşkerî ne û tenê ji bo pereyan berê xwe dane Libyayê.

Hêjayî gotinê ye, Tirkiye bi awayekî eşkere piştevaniya hikûmeta Wîfaqê ji aliyê leşkerî ve dike. Heta niha gelek raporên ku çekdarên Sûriyê dişîne Libyayê hatine belavkirin û Pentagon jî vê yekê piştrast dike.