Rapora ICCS: Tirkiyê zêdetirî 4 hezar êrîs li ser Rojava û Basûr pêk anîn

25 îlon 2022 18:58
Rapora ICCS: Tirkiyê zêdetirî 4 hezar êrîs li ser Rojava û Basûr pêk anîn

PeyamaKurd – Kolîsyona Civaka Sivîl a Navnetewî ku bi ser Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ye (ICCS), derbarê êrîşên Tirkiyê yên ji sala 2015an ve ku li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê pêk tîne, raporek belav kir.

Di rapora ku bi sernavê ‘Dawî li bombekirina derveyî sînor bînin’ de hatiye eşkerekirin ku ji Tebaxa 2015an heta Kanûna 2021ê artêşa Tirkiyê li ser Sûriye û Iraqê zêdetirî 4 hezar êrîşên asmanî û bombardiman pêk anîne.

Hat eşkerekirin ku artêşa Tirk ji sala 2015an ve li nav sînorên herêma Kurdistanê zêdetirî 4 hezar êrîşên asmanî, topbaran û bejahî pêk anîne û 1600ê wan jî di sala 2021ê bûne.

Topbarana 20ê Tîrmeha 2022yan a seyrangeha Perax a Zaxoyê jî hatiye bibîrxistin ku 9 sivîl hatibûn kuştin û 24 jî birîndar bûbûn.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku bandora wan êrîşan gelekî zêde li ser xelkê sivîl çêbûye.

Hatiye diyarkirin ku di encama wan êrîşan de, 123 sivîlan can daye, 161 kes jî birîndar bûne.

Li gorî rapora ji 24 rûpelan pêk tê, li Rojavayê Kurdistanê jî di encama êrîşên balafirên bêmirov û topbaranan de, cihên niştecihbûna sivîlan ên wekî xanî, dibistan, nexweşxane û market hatine hedefgirtin û di encamê de 4 ji wan zarok 39 sivîl hatine kuştin.