Zarokê 10 salî Ahmet D. di rûbarê Dîcle de wenda bû

23 tebax 2022 03:04
Zarokê 10 salî Ahmet D. di rûbarê Dîcle de wenda bû

PeyamaKurd – Zarokekî deh saliyê ku li navça Sûrî dijî, ji bo xwe hînik bike ket ava Dîcleyê û di avê de wenda bû. Zarokê deh salî yê bi navê Ahmet D. li texma Elîpaşayê ket avê û piştî demekî ji ber çav wenda bû. Kesên dîtin ku Ahmet di avê de ji ber çav wenda bû, xeberê dan navenda 112 ê ya lezgîn.

Piştî agahdariyê 2 alav, botekî û tîmekî ji AFAD ê ku ji 5 kesan pêkdihat, tîmên AFAD ê yên noqavê, polis û tîmên 112 ê dest bi lêgerîna Ahmet D. kirin. Heya niha cenaze nehatiye dîtin û xebata tîman dewam dike.