Zanîngeha Helebê li Efrînê beşa Wêjeya Kurdî vedike
Zanîngeha Helebê bi rêveberiya herêmî ya Efrînê re derbarê vekirina beşa Wêjeya Kurdî li kampusa Efrînê danûstandinan dike.
RûpelNews - Rêveberê Rêveberiya Herêmî ya Efrînê Xeyro Dawud, li kampusa zanîngehê bi Serokê Zanîngeha Helebê Mihemed Usame Radûn re hevdîtin kir. Hat ragihandin ku di civînê de, ku rêveberê peywendiyên giştî yê rêveberiya herêmî û çend akademîsyenên ji Efrînê jî beşdar bûn, avakirina fakulte û beşên nû ji aliyê Zanîngeha Helebê ve li herêma Efrînê hatiye gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyekê de ku r14ê Gulanê, li ser hesabên xwe yên fermî yên medyaya civakî hat weşandin, rêveberiya herêmî ya Efrînê destnîşan kir ku di civînê de tekezî li ser girîngiya berfirehkirina binesaziya perwerdehiyê û pêşkêşkirina pisporiyên cuda yên zanîngehê hatiye kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku armanca vê berfirehkirinê xurtkirina hawîrdora zanistî û çandî ya li herêmê û piştgirîkirina pêşketina domdar e.
Di heman demê de, çavkaniyekê ji Welat TVyê re got ku di civînê de vekirina beşa Wêjeya Kurdî li Kampusa Efrînê ya Zanîngeha Helebê hatiye gotûbêjkirin û destnîşan kir ku ev pêngav di çarçoveya Biryarnameya Serokomariyê ya Hejmar 13 a sala 2026an de hatiye avêtin.
Piştî hilweşîna rejîmê di dawiya sala 2024an de, bang tên kirin ku li piraniya dibistanên herêma Efrînê mufredata dewletê bi kurdî were fêrkirin û fakulteyên nû werin damezrandin da ku ji bo ciwan û xwendekarên herêmê derfetên akademîk peyda bikin.
