Li Helebê cebilxane teqiya
Li gorî amarên destpêkê, berbanga îro duşemê, di encama teqînekê de li embareke cebilxaneyê li devera El-Îsê ya li başûrê gundewarê Helebê çar kes birîndar bûn.
RûpelNews - Di vê navberê de tîmên Parastina Sivîl xebatên valakirina xaniyên derdorê û girtina rêyên ber bi deverê ve didomînin.
Parastina Sivîl li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku di encama teqînê de sivîlek bi parçeyên teqînê birîndar bûye, du kes tûşî bêhntengiyeke demkî bûne û her wiha sivîlekî din jî dema hewl dida ji deverê dûr bikeve, di qezayeke trafîkê de birîndar bûye.
Hat diyarkirin jî ku tîman birîndar veguhastine nexweşxaneyan û 3 malbat ji derdora cihê bûyerê vala kirine; her wiha ji ber berdewamiya teqînan, tîmên li herêmê hîn jî di rewşa amadebaşiyê de ne.
Rêveberê Operasyonên Helebê li Rêveberiya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Feysel Mihemed Elî, di daxuyaniyekê de ji bo SANAyê diyar kir ku berdewamiya teqînan bûye asteng li pêşiya gihîştina tîmên rizgarkirin û hawarçûnê, berî ku tîmên Parastina Sivîl karibin derbasî herêmê bibin û her çar birîndaran rizgar bikin.
Elî da zanîn ku ji bo parastina ewlehiya sivîlan û hêsankirina xebatên tîmên rizgarkirinê, xebatên valakirina xaniyên nêzîkî cihê teqînê û girtina rêyên ku diçin herêmê berdewam dikin.
