Yûnanistan hevkariya pêrwerdeya akademî pêskesî hêzên Pêsmerge dike
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Serbest Lezgîn bi Konsulê Giştî yê Yûnanistanê yê li Herêma Kurdistanê Stavros Kyrimis û şanda pê re civiya.
Hat ragihandin ku di civînê de hevkarîya Pêşmerge ji aliyê akademî û dabînkirina derfeta xwendinê hat gotûbêj kirin.
Serbest Lezgîn rola gel û hikûmeta Yûnanistanê di hevkariya hêzên Pêşmerge de bilind nirxand, bi taybetî di dema rûbirûbûna ligel çekdarên DAIŞê de.
Wezareta Pêşmerge tekez kir ku Konsulê Giştî yê Yûnanistanê spasiya Wezareta Pêşmerge kiriye ji ber ku ji bo karê bi hev re derfet pêk aniye.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat gotin, planek ji bo dayîna çend waneyan bo hêzên Pêşmerge, ji aliyê Pisporê Asayîş û Berevanî û Dîroknûsê Fikra Siyasî Prof. Vasileios Syros hatiye amadekirin.
Konsulê Giştî yê Yûnanistanê di diyar kiriye: “Bi mebesta bilindkirina şiyanên zanistî yên Pêşmerge, me planek ji bo pêkanîna derfeta xwendinê û bidestxistina bawernameyên master û bekaloryûs li Yûnanistanê ji bo Pêşmerge heye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin