Tom Barrack: Hevkariya Tirkiyeyê heyatî ye

06 nîsan 2026 16:45

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê ligel Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê û Nûnerê Taybet ji bo Sûriyeyê Tom Barrack hevdîtin kir. Di hevdîtinê de, qala têkiliyên dualî hatin kirin û girîngiya hevkariya dualî hate tekezkirin.

Tom Barrack: Hevkariya Tirkiyeyê heyatî ye

RûpelNews - Tom Barrack derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Barrack derbarê hevdîtina xwe ya bi Fidan re got: "Me bi Wezîrê Derve Hakan Fidan re hevdîtineke berhemdar li dar xist. Di dema ku em ji bo vîzyona Serokê Amerîkayê Donald Trump a bo herêmeke ewletir dixebitin, hevkariya Tirkiyeyê gelek girîng û heyatî ye û ev hêj sis devam dike.”

Hakan Fidan piştî vê hevdîtinê ligel Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Eraqçî re hevdîtinekê pêk anî û di hevdîtinê de beha şerê heyî ya ji 28ê Sibatê vir de di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de berdewam dike.