YSKê sedema betalkirina hilbijartinên Stenbolê eskere kir

23 gulan 2019 12:57
YSKê sedema betalkirina hilbijartinên Stenbolê eskere kir

PeyamaKurd - Lijneya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya Tirkîyê, sedema betalkirina hilbijartinên herêmî yên Stenbolê eşkere kir.

YSKê diyar kir ku serok û lijneya 754 sindoqan dijî qanûnê ji kesên ne karmend hatine bijartin û vê yekê jî bandor li ser encamên hilbijartinê çêkiriye.

Di biryarê de hatiye gotin ku 706 kesan deng dane ku mafên wan yên dengdanê tune ye.

Di hilbijartina 31ê adarê de namzedê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu, ji namzedê Partiya Dad û Geşedanê  (AKP) Binali Yildirim 13,729 deng zêdetir wergirtibû û bi ser ketibû.

Li ser daxwazên pêdeçûnê yên AKPê, YSKê hilbijartina 31ê Adarê ya Stenbolê betal kiribû.