AKPê tevî 3 çente belge ji YSKê betalkirina hilbijartinên Stenbolê xwest
PeyamaKurd – AKP ku ev 16 roj in piştî encamdana hilbijartinên herêmê yên 31ê Adarê serkeftina namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu tevî zêdebûna dengan jî nas nake, vê carê ji bo betalkirina tevahiya hilbijartinên Stenbolê serî li Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) da.
Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Ali Îhsan Yavuz tevî 3 çenteyên tije belge daxwaznameya betalkirina hilbijartinê pêşkeşî YSKê kir.
AKPê heta niha di serî navçeya Buyukçekmece û çend navçeyên din îtiraz li encamên hilbijartinê kiribûn û sindoq ji nû ve dabûn jimartin, lê dîsa jî dengên namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu ji yê AKPê Binalî Yildirim zêdetir derketin.
Niha tenê jimartina dengan li navçeya Maltepe ya Stenbolê didome ku îro yan sibe ew hejmartin jî bidawî dibe û pêwîste YSK mazbataya Îmamoglu bide.
AKP ku partiya deshilatdar e û hemû karmendên dewletê di bin fermana wan de kar dikin, hilbijartinên Stenbolê bi şaîbe şîrove dike û îdia dike CHPê sextekarî kiriye.
CHP jî van tohmetan qebûl nake û dixwaze rêzê li îradeya gel bigirin. AKPê piştî 25 salan şaredariya bajarê mezin a Stenbolê ji dest dide ku naxwaze radestî namzedê CHPê bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin