Biryara betalkirina hilbijartinên Hîlwanê hate protestokirin

07 nîsan 2024 19:56
Biryara betalkirina hilbijartinên Hîlwanê hate protestokirin

PeyamaKurd - Li navçeya Hîlwanê ya Rihayê biryara betalkirina hilbijartinên ku 31ê Adarê ya ku DEM Partyê bi dest xistibû û ji nû ve pêkanîna hilbijartinê bi beşdariyeke girseyî hate protestokirin.

Li gorî encamên fermî yên hilbijartinên ku hatin betalkirin li Hîlwanê, DEM Partiyê bi 6960 dengan gihaşt ji sedî 33,2 û AK Partî jî bi 6439 dengan di rêjeya ji sedî 30,7 de ma.

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Parlamenterên DEMê Salîha Aydenîz, Vezîr Parlak, nûnerên rêxistinên sivîl yên demokratîk û gelek welatî beşdarî çalakiya ku îro li ser banga Rêxistina Navçeya Hîlvanê ya DEM Partiyê hat lidarxistin bûn.

Namzetên Hevşaredarên Hîlwanê Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş ên li ber buroya hilbijartinê ya DEMê kom bûn axivîn û gotin: "10 hilbijartin, 50 hilbijartin pêk bînin jî, me li vê derê ew feraseta paşverû şikandiye û ji niha pê ve jî em ê rê nedin ku ev feraset careke din serdest bibe. Em ê vê ferasetê di sandoqên Hîlvanê de binax bikin."