YSK: Hemû îtiraz hatin redkirin, propagandaya hilbijartinan dest pê dike
PeyamaKurd – Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) Ahmet Yaşar, li ser îtirazên namzedên bo hilbijartinên serokomariyê yên 14ê Gulanê daxuyanî da.
Ahmet Yaşar îro 30yê Adarê ragihand ku îtiraza li ser namzediya Recep Tayyip Erdogan a derbarê 'nikare cara sêyem bibe namzedê serokomariyê' jî di nav de hemû îtirazên li ser namzedan hatine redkirin.
Serokê YSKê ragihand ku li gorî rêza alfabeyê namzedên ku îtiraz li ser namzediya wan hatiye kirin Kemal Kilicdaroglu, Muharrem İnce û Recep Tayyip Erdogan in û îtiraz hatine redkirin.
Ahmet Yaşar got ku sibe 31ê Adarê piştî weşandina lîsteya fermî ya namzedan di rojnameya fermî de, propagandaya hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê bi fermî dest pê dike.
Di hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê de 4 namzedên bi navên; Kemal Kilicdaroglu, Muharrem İnce, Recep Tayyip Erdogan û Sînan Ogan dikevin pêşbirkê. Herwiha sê tifaqên bi navên Tifaqa Milet, Tifaqa Cumhur û Tifaqa Ked û Azadiyê dikevin hilbijartinên parlamentoyê yên 14ê Gulanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin