Îtirazên HDPê yên li Bedlîs û Rihayê jî hatin redkirin

03 nîsan 2019 23:21
Îtirazên HDPê yên li Bedlîs û Rihayê jî hatin redkirin

PeyamaKurd – Piştî redkirina îtirazên HDPê yên encamên hilbijartinên Mûş û Malazgirê, îtirazên navçeya Tetwanê ya Bedlîsê û Wêranşara Rihayê jî hatin redkirin.

HDPê ji bo encamên Tetwanê ku 2 hezar 276 deng nehatine hesabkirin îtiraz kir, lê îtiraz nehat qebûlkirin û çav li rê ye HDP serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr bide.

Li gorî amarên nefermî li Tetwanê AKPê 15.605 deng, HDPê jî 15.330 deng wergirtine.

Dîsa îtiraza HDPê ya ji bo ji nû ve jimartina dengan li Wêranşarê jî hat redkirin ku 6 hezar û 607 deng nehatine hesibandin.

Hat ragihandin ku dê HDP duveçûna proseyê bike û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Rihayê bide.