Biryara demkî ya doza Kobanî: Hemû daxwaz hatin redkirin

03 berfanbar 2022 18:58
Biryara demkî ya doza Kobanî: Hemû daxwaz hatin redkirin

PeyamaKurd – Di danişîna li Salona Dozgerê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê de, heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî eşkere kir.

Dadgehê daxwaza parêzeran a ji bo biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya 8'ê Mijdarê ya li dijî Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag a bi Tirkî qebûl kir û biryar da ku ji bo wergerandinê ji Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Edaletê re binivîsin.

Li gorî nûçeya MAyê, heyeta dadgehê di rûniştina du hefteyan de hemû îtîraz û daxwazên siyasetmedar û parêzeran ên derbarê nêrîn û rêbaza darizandinê de red kir û biryara berdewamkirina girtina siyasetmedaran da.