YNKê bersiva Çavusoglu da!..
PeyamaKurd - Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahor Talebanî, li ser daxuyaniyên ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu yên ‘Silêmanî ketiye bin bandora PKKê’ daxuyanî da.
Talebanî li ser hesabê xwe yê twitterê bi Kurdî û îngilizî bersiva Çavuşoglu da û got, ‘Silêmanî tenê di bin bandora Kurdbûnê de ye û ji bo wê jî jê re dibêjin bajarê berxwedan û qurbaniyê.’
Mevlut Çavuşoglu di bernameya televizyona CNN Turk de gotibû: “Dema em berê xwe didin Bakurê Iraqê (Kurdistan), bi taybetî em dibînin ku herêma Silêmaniyê ketiye bin bandora PKKê.”
Çavuşoglu dîsa gotibû ku hin welat jî PKKê li ser Rêveberiya Herêma Kurdistanê wek karta zextê bikar tînin û îdia kiribû: “Hinek welat hene ku PKKê li hemberî Rêveberiya Kurd bikar tînin. Dîtin ku nikarin PDK û Rêveberiya Hewlêrê bînin ser xeta xwe, îcar PKKê tînin meydanê. Me lîstikên li wê deverê têk birin û emê berdewam têk bibin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin