Çavusoglu bersiva Feysel Mîqdad a sertê vekisîna ji Sûriyê da!

24 gulan 2023 20:53
Çavusoglu bersiva Feysel Mîqdad a sertê vekisîna ji Sûriyê da!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, li ser daxuyaniya çend roj berê ya Wezîrê Derve ya Sûriyê Feysel Mîqdad ku gotibû, ‘şertê yekem ê normalbûna bi Tirkiyeyê re vekişîna hêzên Tirk ji xaka Sûriyê ye’ axivî.

Çavuşoglu, li ser mercê Şamê bo asayîkirina pêwendiyan got: "Car caran rejîma Sûriyê daxuyaniyan dide. Dibêjin, divê Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe. Vê di civînan de jî tînin ziman. Vekişîna me tê wateya hatine rêxistinên terorê bo herêmê. Bêyî lihevkirinê valakirina wan deveran, tê wateya şer û pevçûnan.”

Wezîrê Tirk diyar kir: “Gefa esasî li herêma bakurê rojhilat a Sûriyê hebûna YPGê ye. Ger em vekişin, dê rêxistin werin li vê derê bicih bibin. Hatina terorê jî tê wateya fişara koçberiyê bi ser Tirkiyeyê de.”