Çavusoglu: Em ê bersiva Amerîka bidin

06 gulan 2018 20:58
Çavusoglu: Em ê bersiva Amerîka bidin

PeyamaKurd- Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu tevli bernameyeka telvîzyona CNN Turkê bû û bersiva gelek pirsan da lê di nava pirsan de ya herî girîng pirsa li ser teslîmkirina balafirên F-35an ji aliyê Amerîka de bû.

Çavuşoğlu li ser mijara betalkirina firotina balafirên F-35an weha got: “Betalkirina firotina balafirên F-35an ne tişteka ku Tirkiye qebûl bike. Eger Amerîka tişteka weha bike, wê bersiva xwe bigre. Hefteya bê ez ê seredana Amerîkayê bikim.”

Amerîka di ser 100 heb balafirên F-35an firotibû Tirkiyê û divê van rojan de 2 heb ji wana teslîmê Tirkiyê bike lê çavê Amerîka lê ye bazarê betal bike an bike mijara bazara hinek babetên dinan.

Li hemberê betalkirina firotina F-35an Tirkiyê mijara rampayên fuzeyên Malatyayê yên li devera Kurecîkê dabû pêş.