Amerîka: Em ê bi çend rêyên cuda bersiva êrîsa li Hewlêrê bidin
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) John Kirby diyar kir, Amerîka êrîşa li ser Hewlêrê bi cidî wergirtiye û di dem û cihê ku bi wan pê baş be û ew bi guncaw dibînin, bi hevahengiya li gel hevbeşên xwe yên Iraqî, dê bersivê bidin.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîka John Kirby di bersivdana pirseke di derbarê Amerîka naxwaze tu karvedanekê li hember Îranê nîşan bide, ji bo ku derfeta dîplomasiyê lawaz nebe de got, wan êrîş bi cidî wergirtiye û heya niha lêkolînên wan li ser êrîşa li ser Hewlêrê û bingeha Beled û navçeya Kesk li Bexda berdewam in. Ew negihiştine encamên dawiyê ku bizanin kî li pişt wan êrîşan e.
John Kirby diyar kir, ew piştevaniya çalakiyên NATO dikin û tu planek nîne hejmara serbazên xwe li Iraqê zêde bikin, lê bi awayekî din beşdarî berfirehkirina karê NATO dibin.
Berdevekê Pentagonê John Kirbiy da zanîn: “Me ev êrîş bi cidî wergirt, weke ku min berî niha got û serok bi xwe jî amaje pê kir, em ê di dem û cih û bi awayê ku em dibînin guncaw e û bi hemahengiya li gel hevbeşên xwe yê Iraqî bersivê bidin.
Di demekê de ku em piştevaniya berfirehkirina erkê NATO dikin, erkê rahênanê li Iraqê, tu planek ji bo zêdekirina hêzên Amerîka li Iraqê nîne ji bo beşdarî vê erka berfirehkirinê ya NATOyê bibin. Weke hûn dizanin, gelek rê ji bo beşdarîkrin di vê erkê de hene, bê ku hejmara serbazan li ser erdê zêde bikin. “
Rokêtên êrîşa ser Hewlêrê li Îranê hatine dirustkirin
Ji aliyê din ve Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka ragihand, ew rokêtên di êrîşa ser Hewlêrê de hatine bikaranîn, li Îranê hatine çêkirin û ji aliyê desthilata Tehranê ve bi êrîşkaran hatine dayîn.
Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka Ned Price da zanîn, ew ji êrîşa ser Hewlêrê aciz in û metirsî li ser serbaz û welatiyên Amerîka û endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê çêkir.
Ned Price destnîşan kir: ‘‘Parastina selametiya sazî, serbaz û welatiyên wan ji hemû tiştan girîngtir e. Em Îranê berpirsê li hember êrîşên komên çekdar dizanin.”
Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka diyar kir, ew dê bi awayekî plankirî, di dem û cihê guncaw de û bi çend rêyên cuda bersiva wan êrîşan bidin û her bersivekê bidin jî, dê hevahengî li gel Hikûmeta Iraq û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê be.
Şeva Dûşemê 15ê Sibata 2021ê saet 21:30 çend moşek li çend cihên nêzîkê Balafirxaneya Hewlêrê ketin xwarê. Yek ji moşekan jî, li Cadeya 40 Metrî ya bajarê Hewlêrê ket xwarê.
Çend çavkaniyan ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji medyaya welatê xwe re gotine, 14 moşek li derveyî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê nêzîkî binkeyê hêzên Amerîkayê ketine xwarê, di encamê de belênderekî sivîl hatiye kuştin û pênc Amerîkî jî birîndar in.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin