Tueller: Amerîkayê bi dehan rêyên cuda alîkariya Iraqê kiriye û pistevaniya xwe didomîne

26 cotmeh 2021 21:09
Tueller: Amerîkayê bi dehan rêyên cuda alîkariya Iraqê kiriye û pistevaniya xwe didomîne

PeyamaKurd - Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller got ku Neteweyên Yekbûyî ji bo serkeftina hilbijartinên Iraqê bi dehan milyon dolar xerc kirine û diyar kir, bêyî ti destwerdaneke derve xelkê Iraqê dikare xwe birêve bibe.

Matthew Tueller beşdarî panela MERI ya li Hewlêrê bû û di panelê de ragihand; Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, di birêvebirina hilbijartineke baş de bi ser ket.

Tueller got, bêyî destwerdaneke derveyî, xelkê Iraqê dikarin welatê xwe îdare bikin û da zanîn, Amerîkayê bi dehan rêyan alîkariya Iraqê kiriye û piştevaniya xwe jî didomîne.