Amerîka: Em ê bersiva her êrîsê bidin!

08 tebax 2024 20:17
Amerîka: Em ê bersiva her êrîsê bidin!

PeyamaKurd - Piştî kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye, êrîşên li ser hêzên Amerîkî li Iraqê zêde bûne ku rayedarên Amerîkî jî dibêjin, ew dê bersiva wan êrîşan bidin.

Herî dawî di êrîşa ser baregeha Eyn El-Esed li parêzgeha Enbarê de 6 leşker û 2 karmendên Amerîkî birîndar bûn. Amerîkayê ragihand ku ew ê di dem û cihekî guncav de bersivê bidin. Herwiha daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî hat kirin ku li dijî komên çekdar raweste.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîneke rojnamevanî de got: “Hikûmeta Iraqê got ku wê dest bi lêkolînê li ser êrîşa li ser baregeha Eyn Esedê kiriye û çend berguman li ser wê êrîşê girtine. Di dema êrîşên berê yên li ser leşkerên Amerîkayê de, me gotibû ku ev leşker li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li welêt in û divê hikûmeta Iraqê rê li van êrîşan bigire.”

Pisporê siyaseta derve yê Amerîkayê David Tefurî ji K2ê re ragihandiye: “Hîn hejmareke mezin ji hêzên me li Iraq û Sûriyê hene. Hêzên me ji aliyê milîs û komên çekdar ên bi piştevaniya Îranê ve rastî êrîşan hatin, bi taybetî ji 7ê Cotmehê ve û çekên Îranê bikar tînin.”

Tefurî diyar kir, “Ev jiyana leşkerên me dixe metirsiyê ku hin ji wan bi giranî birîndar bûne. Tolhildana dawî ya Amerîkayê nîşan dide ku Amerîka bersiva êrîşan dide û peyamê dide kesên ku ev êrîş plan kirine û pêk anîne.”