Esed: Emê li her derê Sûrîyê bersiva êrîsên Tirkîyê bidin

17 cotmeh 2019 22:27
Esed: Emê li her derê Sûrîyê bersiva êrîsên Tirkîyê bidin

Serokê Sûrîyê Beşar Esed, piştî derketina Amerîka û peymana bi HSG re daxuyanîyek da û got ku ewê li her derê Sûrîyê bersiva êrîşên dewleta Tirk bidin. Esed, êrîşên Tirkîyê wek şermezar kir û got: "Li hember êrîşbazîya Tirkîyê emê bi hemû hacetên meşrû bersivê bidin. Êrîşbazîya ku rejîma Erdogan li hember welatê me dimeşîne bi hemû şîarên xwe yên derewîn dagîrkirinek alenî ye. "

Beşar Esed, ji Ajansa Dewleta Sûrîyê SANA re bi berdewamî got: " Emê li xaka Sûrîyê bi her awayî li ber xwe bidin û emê bersivê bidin her cûre terorîstên ku xizmeta vê dagîrkirinê dikin."

Berî niha Şêwirmenda Esed Buseyna Şaban jî eşkere kiribû ku Kurd parçeyek ji civaka Sûrîyê ne û ewê bi bextewarî alîkarîya hêzên Kurd bikin.