KCKê ji bo êrîsên Tirkiyê yên ser Rojava bang li hikûmeta Esed kir
PeyamaKurd - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK/PKKê derbarê êrîşên vê dawiyê yên artêşa Tirkiyê li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û bang li rejîma Sûriyê kir.
KCKê di daxuyaniyê de gotiye: “Dewleta Tirkiyê a qirker û mêtinger, ji 7ê Hezîrana sala 2023yan ve bi çekên giran êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji ber van êrîşan, heta niha gelek sivîl û şervanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.”
KCKê da xuyakirin ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê, parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirkiyê ye.
KCKê got: “Em van êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin û bang li her kesî dikin ku helwesta xwe li hember nîşan bidin.”
Di daxuyaniya KCKê de, herwiha bang li rejîma Sûriyê û hemû hêzên piştevanên Sûriyê dikin hat kirin ku li dijî êrîşên Tirkiyê helwestê nîşan bidin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin