Sekreterê NATO bo êrîsên asmanî yên ser Rojava û Basûr: Mafê Tirkiyê heye...

22 mijdar 2022 01:23
Sekreterê NATO bo êrîsên asmanî yên ser Rojava û Basûr: Mafê Tirkiyê heye...

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, ji televziyona dewletê ya Swêd SVT re axivî û li ser mijara endamtiya NATOyê ku Tirkiye dibe asteng got, pêwîste Fînlanda û Swêd di mijara têkoşîna dijî terorê de yasayên xwe sererast bikin û hevkariya bi Tirkiyê re zêdetir bikin. Stoltenberg, li ser êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê jî got, mafê Tirkiyeyê heye xwe ji rêxistinên terorê biparêze.

Stoltenberg ji herdu welatan daxwaz kir ku hevkariya xwe ya bo têkoşîna dijî PKKê û rêxistinên wekî wê yên terorî, bi Tirkiyeyê re zêdetir bikin û xwest yasayên xwe jî li gorî wê tundtir bikin.

Herwiha Stoltenberg li ser êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê bi ser Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de jî got, ‘Di nav welatên endamên NATO de, li ser rêxistinên terorê nêrînên cuda hene û mafê Tirkiyeyê jî heye xwe ji rêxistinên terorê biparêze.”