'YNK û PDKê biryara dawî dan, dibe sibe îmze bikin’

09 nîsan 2019 19:55
'YNK û PDKê biryara dawî dan, dibe sibe îmze bikin’

PeyamaKurd - Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Omer Fetah ragihand ku PDK û YNKê li ser rêkeftina avakirina hikûmeta Kurdistanî biryara dawî dane.

Fetah diyar kir ku herî dawî YNK ligel PDKê rêkeftiye û hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî dê bihevre birêve bibin.

Omer Fetah da zanîn, dibe sibe 10ê Nîsanê rêkeftina nû ya PDK û YNKê were îmzekirin û got, “YNK û PDK di vê kabîneyê de ‘dê bi awayekî baş’ xizmeta xelkê Kurdistanê bikin. Ji ber  ku xelk westiyaye û dem hatiye ku xizmet jê re bê kirin.”