Mohleta ku xwepêsandêrên Iraqê daye sibe bidawî dibe...

19 rêbendan 2020 15:40
Mohleta ku xwepêsandêrên Iraqê daye sibe bidawî dibe...

PeyamaKurd - Xwepêşanderên Iraqê heta sibe 20ê vê mehê, dem dan ku kesê cîhê Adil Ebdulmehdî bigire bo serokwezîrtiyê bê diyar kirin.

Hefteya borî xwepêşanderên bajarê Nasiriye ya navenda parêzgeha Zîqarê ye moleta heftiyekî bi partî û aliyên Iraqê re da, ku heta sibehê kesekî bo serokatiya hikûmeta welat bike diyar bikin.

Piştî wê daxwaza xwepêşanderên Nasiriye, xwepêşanderên bajarê Bexda û Wast jî piştevaniya xwe bo wê daxwazê û moleta yek heftiyê ragehand.

Xwepêşanderan ragehand, eger ew daxwaza wan neyê pêkanîn wê nerazîbûnên xwe berfirehtir bikin.

Xwepêşander daxwaz dikin, kesekî pispor û dûr ji karên partiyan were diyarkirin ku bibe serokê hikûmeta demkî ya Iraqê û daxwaza hilbijartina pêşwext bike û ji bo dadgehkirina kujerên xwepêşanderan jî rê veke.