YNK ji bo Kerkûkê banga hilbijartinê dike

18 nîsan 2023 15:00
YNK ji bo Kerkûkê banga hilbijartinê dike

PeyamaKurd – YNKê bang kir ku Kurd li Kerkûkê bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinê.

Berpirsê Polîtburoya YNKê ya Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd ji medyaya YNKê re axivî û diyar kir, wan daxwaz kiriye ku Kurd bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên parlamento û encumenên parêzgehan bibin ku li Kerkûkê bên kirin.

Rewend derbarê daxwazên xwe de ev daxuyanî da:

“Em weke YNKê, çave rê ne ku di rojên pêş de li Kerkûkê bi partî û aliyên siyasî re bicivin, lê heta niha PDKê di vî warî de ti gav neavêtine.

Eger hemû partiyên Kurdistanî bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin, wê demê Kurd bi bidestxistina piraniya dengan dikarin piraniya kursiyan bi dest bixin.”