PDK ji bo hilbijartinên Kerkûkê bi 6 partiyan re hevpeymaniyekê ava dike

30 tîrmeh 2023 17:04
PDK ji bo hilbijartinên Kerkûkê bi 6 partiyan re hevpeymaniyekê ava dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo beşdarbûna di Hilbijartina Encûmenên Parêzgeha Kerkûkê de, bi şeş partiyan re hevpeymaniyekî ava dike.

Li gorî daxuyaniya Alîkarê Berpirsê Ofîsa Rêkxistina Kerkûk-Germyanê ya PDKê Mihemed Xurşîd hewl tê dayîn ku îro hevpeymaniya şeş partiyên Kurdistanî yên li Kerkûkê li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bê tomarkirin.

Mihemed Xurşîd ji medya Kurdistanê re gotiye: “Eger PDK bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinan bibe jî, dê ev partî ligel PDKê bin û ti pirsgirêkek wan nîne. Em hewl didin piraniya dengan bi dest bixin.”

Li gorî agahiyan Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê hin mercên giran ji bo tomarkirina hevpeymaniyan danîne û ji ber wê jî ne diyar e ku dê ev hevpeymaniya PDKê ya bi 6 partiyên din ên Kerkûkê re bi fermî bê tomarkirin yan na.

Hilbijartinên parêzgehan ên Iraqê yên li derveyê Herêma Kurdistanêdi dîroka 18.12.2023yan dê bên kirin 1ê Tîrmehê ji bo tomarkirina hevpeymanan û partiyan roja dawî ye.