YEyê ji bo sûîqestên Îranê biryara dorpêçan wergirt

08 rêbendan 2019 23:20
YEyê ji bo sûîqestên Îranê biryara dorpêçan wergirt

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Denmarkê Anders Samuelsen ragihand ku Yekîtiya Ewropayê (YE) bi sedema ku îstixbarata Îranê li welatên Ewropî sûîeqestan dike, biryara dorpêçan li ser îstixbarata Îranê hatiye wergirtin.

Samuelsen li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye, “YEyê li ser li hev kiriye ku ji ber sûîqestên li Ewropayê dike dorpêçan deyne sir saziya Îstixbarata Îranê. Ev peyameke bihêz a Ewropayê ye ku dê çalakiyên wiha nayên qebûlkirin.”

Hêjayî gotinê ye, Cotmeha 2018an bi hinceta ku îstixbarata Îranê palana kuştina Serokê Tevgera Ehwaz a Rizgarîxwaz kiribû, endamekî îstixbarata Îranê hatibû girtin.