YEyê derbarê şerê Amerîka û Îranê de: Danûstandin hêj dijwartir dibin

08 tîrmeh 2026 12:00

Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji bo Karûbarên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê Kaja Kallas, diyar kir ku êrîşên bersiv-bi-bersiv ên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de bandoreke neyînî li ser pêvajoya dîplomatîk dikin, û tekezî li ser pêwîstiya parastina azadiya deryayî li Tengava Hurmizê kir.

YEyê derbarê şerê Amerîka û Îranê de: Danûstandin hêj dijwartir dibin

RûpelNews - Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Karûbarên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê Kaja Kallas, diyar kir ku êrîşên bersiv-bi-bersiv ên di navbera DYA û Îranê de hewldanên dîplomatîk ên ji bo bidawîkirina pevçûnê hê dijwartir dikin.

Di daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de, Kallas li ser rewşa piştî êrîşên Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) yên li ser zêdetirî 80 armancên leşkerî yên li derdora Tengava Hurmizê axivî, ku ev êrîş wekî tolhildana êrîşên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî yên ku di kendavê re derbas dibûn, hatibûn kirin.

YE dê bi dewletên Kendavê re bicive

Kallas ragihand ku Wezîrên Derve yên YEyê dê di 13ê Tîrmehê de bi hevkarên xwe yên Kendavê re bicivin û diyar kir ku di civînê de dê piştgiriya muhtemel ji bo cîbicîkirina peymanê, her wiha gavên ji bo parastina azadiya deryayî li Tengava Hurmizê û Deryaya Sor werin gotûbêjkirin.